Ji dema agirbest bi dawî bûye ve li Xezayê 240 kes hatine kuştin

Piştî dan û standina dirêjkirina agirbestê ′gihaştin rêyeke girtî′ gelek herêmên li Xezayê û bajarokên Îsraîlê ji nav jî Til Avîv hatin hedefgirtin û di encamê de herî kêm 240 kes hatine kuştin.

Ji dema agirbest bi dawî bûye ve li Xezayê 240 kes hatine kuştin
3 kanûn 2023   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa îsraîlê anî ziman ku ji dema ku şer ji nû ve hatiye destpêkirin ve zêdetirî 400 cihên li Xezayê hatine hedefgirtin. Her wiha li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî di wan êrişan de herî kêm 240 kes hatine kuştin.

Hikumeta Hemasê jî ragihand ku Îsraîlê berbanga îro bajarê Refeh ê li başûrê Xezayê yê nêzî sînorê Misirê bombebaran kir, di encamê de herî kêm 7 kes hatin kuştin.

Ketaib Izedîn El Qesam ên baskê leşkerî yên Hemasê û Seraya El Qudisê yê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El Îslamî ragihand ku duh gelek moşek avêtin bajarên Îsraîlê ji nav jî Til Avîv.

Artêşa Îsraîlê jî anî ziman ku zêdetirî 250 moşek li bajarên wan ketine û di encamê de 2 leşkerên wan hatin kuştin.

DAN Û STANDIN GIHAŞTIN RÊYEKE GIRTÎ

Navbeynkarên Îsraîlê, piştî Til Avîvê got dan û standinên der barê dirêjkirina agirbestê de gihaştin rêyeke girtî, ji Qeterê derketin.

Di wê agirbestê de nêzî 100 girtiyên Îsraîlê yên li gel Hemasê û 240 filistîniyên li gel Îsraîlê hatin berdan.

WHO: DEWAMA KIRYARÊN TUNDIYÊ ′METIRSÎDAR E′

Rewşa tenduristiyê ya li Xezayê bi taybet piştî derketina gelek nexweşxaneyan ji xizmetê metirsî ye.

Vê sibehê gerînendeyê giştî yê WHO′yê Tedros Adhanom Ghebreyesus got dewama kiryarên tund û bombebaranên li Xezayê metirsî ye.