Ji DEM Partiyê banga "Lîstika metirsîdar ên li ser Êzidiyan rawestînin"

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê diyar kir ku Êzidî bi gefeke mezin a komkujiyê re rû bi rû ye ku PDK'ê organîze kiriye û ev bang kir: "Lîstika metirsîdar tavilê rawestînin. "

Ji DEM Partiyê banga "Lîstika metirsîdar ên li ser Êzidiyan rawestînin"
11 tebax 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku, "Xelkê Êzidî yê qedîm weke etno-baweriyek ku di herikîna dîrokê de 73 caran komkujî li wan hate kirin, îro careke din bi gefeke mezin a komkujiyê re rû bi rû ye ku ji aliyê PDK'ê ve hatiye birêxistinkirin. Metirsî heye ku ev gelê qedîm careke din bi gotinên şaş û metirsîdar ji holê bê rakirin."

DEM Partiyê ragihand ku gefa nû ya ku bi destê rêveberiya Barzanî dest pê kir, zemîna paqijiyeke etnîkî û bawerî ya bi rêk û pêk diafirîne û diyar kir, nêzî 150 hezar Êzidiyên ji êrişên qirkirinê yên DAIŞ'ê rizgar bûn, li Herêma Kurdistanê ya Federal di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de li binê konan asê hatine hiştin.

DEM Partiyê destnîşan kir ku rêveberiya Hewlêrê şert û mercên giran li Êzidiyan ferz dike, bi vî rengî neçar dihêle ku birevin derveyî welat û got, "Di vê demê de zêdeyî 100 hezar Êzidî neçar man xwe li welatên Rojavayî bigirin. Yên mayî jî rojên dawî bi banga ji hin mizgeftên li Zaxoyê têne kirin, dibin hedefa fermaneke nû. Bi hezaran Êzidiyên li kampên di bin kontrola PDK'ê de dimînin, ji ber gefê di nava neçariyê de hewl didin vegerin Şengalê. "

DEM Partiyê hişyarî da ku gefên operasyoneke li ser Şengalê 'rê li ber fermaneke nû vedike' û ev hişyarî û bang kir:" PDK a ku di dema komkujiyên DAIŞ'ê de xelkê Êzidî bi tenê hişt û nehişt bêne parastin, wê bibe berpirsyarê sereke yê komkujiyeke nû.

Em hişyariyê didin PDK'ê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê: Vê lîstika metirsîdar tavilê rawestînin. Gelê Kurd çawa ku berê kir, wê îro jî mafê Êzidiyan ê jiyana bi ewle û aştiyane ya li xaka xwe biparêze.

Banga me li civaka navneteweyî ye: Yên ku di dema komkujiya DAIŞ'ê de li qetilkirina xelkê Êzidî temaşe kirin, eger çavên xwe ji vê qirkirina nû re bigirin wê bibin şirîkê komkujiyê. Rondikên derewîn wê nikaribin wijdanan paqij bikin.

Em bi taybetî bang li xelkê xwe dikin ku li hemberî gefan hişyar be. Partiya me wê mafê jiyanê yê xelkê me yê Êzidî, mafê jiyana bi rengekî azad û rêvebirina xwe bi xwe ya li ser xaka xwe bi biryardarî biparêze. Em li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin û vî sûcê li dijî mirovahiyê rawestînin."