Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî

Xwediyên pez ji ber hişkesaliyê ku bandoreke mezin li pezên wan kir,  metirsiyên xwe yên zêde nîşan dan û bijîşkên beyterî jî şîret û pendên parastina sewalvaniyê pêşkêş kirin.

Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
Ji bo rûbirûbûna gefên hişkesaliyê yên dijî sewalvaniyê şîretên beyterî
20 nîsan, 2025   05:06
REQA
ENES MIHEMED

Xwediyên pez ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber pêla hişkesaliyê ya giran a ku îsal li herêmê ji ber kêmbûna baranê çêbûye, rûbirûyî rewşên zehmet in.

Kêmbûna baranê û bilindbûna pileyên germahiyê bûn sedem rûbera çêregehiyê û jêderên av û êm kêm bibin. Wê yekê bandoreke mezin li beşa sewalvaniyê kir, ku jêdera qûta bingehîn a beşeke mezin a şêniyan e.

Ajansa me li mezreya Ednaniyê ya li gundewarê rojavayê kantona Reqayê nêrînên xwediyê pez Enwer El Ezo girtin.

El Ezo hesretên xwe yên ji ber salên borî ku çêregehên şîn ji pezê wî re peyda dibûn anîn ziman û got: "Êdî giyayê têrê pez dike tune ye. Erd xela ye, çêregeh û rûberên şînkahî kêm in. Tenê ji bo pez, cotkaran li zeviyên xwe madeya yonca (nefel) û şoqil an jî ceh çandine."

Madeyên yonca û şoqil ji madeyên elefê ne  û ji bo sewalvaniyê vîtamînên xwe baş in, lê zêdebûna xwarina wan ji hêla sewalavan ve dibe zirarê çêbike.

Lêçûna deman (kirêkirin) yek donimî ku lê madeyên elef hatine çandin ji 50 dolarî heta 100 dolarî ye û ew jî li gorî mezinbûn û gurbûna derketina giyayê dinêre.

El Ezo wiha domand: "Ji ber ku em nikarin pezên xwe têr bikin û ji bo peydakirina êm ji yên mayî re, em neçar bûn ku hin pezên xwe bifiroşin."

El Ezo diyar kir ku hişkesaliyê ne tenê êm kêm kir, her wiha di nava pez de nexweşî jî belav kirin û derman jî êdî pir biha bûne.

NAVENDA BEYTERIYÊ HIŞYARÎ LI SER ALOZBÛNA REWŞÊ DA

Ji bo balkişandina ser mezinahiya pirsgirêkê û rêbazên rûbirûbûna wê, ajansa me nêrînên gerînendeyê navenda beyteriyê yê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê Dr. Munzur El Salih re girtin. El Salih diyar kir ku hişkesalî li ser sewalvaniya herêmê bandoreke wêranker e.  

Her wiha El Salih destnîşan kir ku ji ber nexweşiyên mîna kurtêlxwerên navxweyî û derve, nexweşiyên nefes û helandinê yên ku ji ber kêmbûna xurekê û stresa germahiyê çêdibin, gelek sewal telef dibin.

El Salih wiha got: "Kêmbûna êmê û bihabûna wê dihêlin xwediyên pez neçar bibin ku hejmara sewalên xwe kêm bikin. Ew jî bandoreke neyînî li ser ewlehiya xurekê û aboriya xwecihî dike."

JI BO RÛBIRÛBÛNA HIŞKESALIYÊ ŞÎRET Û PEND

Digel van rewşên zehmet, Dr. Munzur El Salih komeke şîret û pend ji bo xwediyên pez re pêşkêş kirin ku bandorên hişkesaliyê kêm bikin û parastina pezên xwe bikin.

El Salih anî ziman ku çandina cehê şînkirî, ji bo dabînkirina êmê kesk a xurek, ji bo sewalan bibe çareseriyek û bi hevrûkirina çandiniya klasîk re çandina wê aveke kêm divê.

El Salih diyar kir ku dikare kayê genim tev li semadê urea were kirin ku nirxê xurekê baştir bibe.

Têkildarî rêbaza amadekirina kayê genim bi semadê urea re, El Salih destnîşan kir ku her 100 kîlo kayê genim, 40 lître av tevî 4 kîlo semadê urea lê tê zêdekirin. Ew têkel baş tê gerandin û dûre heta 15 rojan dixin cihekî, piştre hewa lê dixin û hêdî hêdî didin sewalan.

El Salih got ji bo parastina sewalan di havînê de divê sî û ava sar bên peydakirin.

El Salih di dawiyê de got divê xwediyên pez bi navendên beyterî û aliyên çandiniyê re di nava têkilyan de ku şîret û perspektîvên guncaw ji bo sewalan wergirin.

Xwediyên pez di mehên Sibat û Adarê de bi gefên tenduristiyê yên mezin li ser sewalên xwe re rû bi rû man, weke nexweşiya dev û lingan. Ev nexweşî zirarên mezin digihîne sewalvaniyê.

Di salên 2021 û 2022’yan de li Sûriyeyê hişkesaliyeke giran hebû û wê jî bandoreke mezin li beşa sewalvaniyê kir, ku bi hezaran pez telef bûn.

(fr)

ANHA