Di hefteyekê de mijarên rojnameyên erebî

Îsraîlê hebûna Enqere li Sûriyeyê naxwaze û DYA’yê di aramkirina rewşê di navbera her du aliyan de navbeynkariyê dike.  Riyadê jî bi armanca kêmkirina aloziya di navbera Washington û Tehranê de di nav hewldanan de ye. Dan û standinên li Ummanê yên di navbera DYA-Teranê de jî nikarîn  aramiyê pêk bîne.

Di hefteyekê de mijarên rojnameyên erebî
20 nîsan, 2025   06:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê, serdana wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî bo Îranê, her wiha dan û standinên di navbera DYA û Îranê de nirxandin.

SERDANA WEZÎRÊ PARASTINÊ YÊ EREBISTANÊ BO ÎRANÊ

Rojnameya El Xelîc jî bal kişand ser serdana wezîrê parastinê yê Erebistana Siûdî Xalid Bin Selman bo Tehranê. Rojnameyê ev serdan wek "Gaveke erênî ku rê li ber aramkirina herêmê û sepandina rêgezên nû yên tevkariyê yên li ser esasê berjewendiyên hevpar û ji hev bawerkirinê vedike" pênase kir.

Rojnameyê der barê dema vê serdanê de jî destnîşan kir ku ev serdan di demeke pir girîng de pêk hat û hate gotin: "Nemaze beriya hevdîtinên DYA-Tehranê ku dê li Romayê werin kirin." Hate diyarkirin ku ev hevdîtin dibe nîşaneyên pêvajoyeke nû ya têkiliyên di navbera hêzên mezin û welatên Kendavê de bide diyarkirin.

Rojnameyê her wiha cih da hevdîtinên nerasterast ên li Ummanê ku di navbera rayedarên DYA û Îranê de hatibûn kirin jî û diyar kir: "Hevdîtinên li Mesqetê hatin kirin, xaleke sereke ya veguherînê bû, ji ber ku deriyê li pêşiya hevdîtinên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de vedike. Ev jî hêviyên bidawîkirina aloziyên demdirêj ên li herêmê geş dike."

’TÊKILIYÊN TIRKIYE-ÎSRAÎL... DI BIN SPONSERIYA AMERÎKAYÊ DE’

Rojnameya El Ereb di rojevên xwe yên îro de li ser têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê nivîsî. Rojnameyê ku bal kişand ser tevgerên DYA’yê yên bi armanca aramkirina aloziya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de diyar kir ku, bi taybetî der barê Sûriyeyê de pirsên li ser siberoja têkiliyên her du aliyan de vekirî dimînin. Her wiha hate destnîşankirin ku Îsraîl dibîne ku guhertina bandoriya Îranê bi ya Tirkiye nayê qebûlkirin.

Rojnameyê aşkera kir ku fikar hene ku her pevçûneke di navbera Tirkiye û Îsraîlê de dê rasterast bandorê li Lubnan û tevahiya herêmê bike.

‘DAN Û STANDINÊN LI UMANÊ: DERFETÊN TÊGIHAŞTINÊ KÊM IN’

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser dan û standinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê li Mesqetê û ew wek ezmûneke ji bo hevsengiyê li Rojhilata Navîn bi nav kir, ji ber ku gotûbêj ne tenê li ser mijara nukleerê ye, lê dan û standin digihêjin herêmên desthilata Îranê û hebûna Îranê li herêmê.

Li gorî rojnameyê, Îran di rewşeke lawazbûna aborî û leşkerî derbasî van gotûbêjan dibe, piştî kêmbûna desthilata xwe li Xeza, Sûriyeyê û Lubnanê û zêdebûna fişara navxweyî li ser rejîmê ji ber dorpêçan û xirabbûna rewşa jiyanê. Lê Îran hîn jî hebûna bernameya nukleerê wek çavkaniya hêz, parastin û prestîjê li herêmî dibîne.