‘Ji bo ku alîkariyê derbasî Rojava bikin em li benda bersiva rayedarên Iraqê ne’

Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo koçberên li Bakur û Rojavayê Sûriyeyê Rojava kampanyaya alîkariyê temam kiriye. Rêveberiyê diyar kir ew ji bo derbaskirina alîkariyê li benda bersiva rayedarên Iraqê ne.

‘Ji bo ku alîkariyê derbasî Rojava bikin em li benda bersiva rayedarên Iraqê ne’
3 ÇILE, 2025   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Xweser û Demokratîk a Şengalê, tevî hemû saziyên xwe û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) 8’ê Kanûnê ji bo koçberên ji Til Rifet û Şehbayê koçî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin.

Kampanya li hemû gund û bajarokên Şengalê pêk hat. Li gorî agahiyên ku Rêveberiya Xweser dane, di encama alîkariyê de ku gelek malbatên nû ji koçberiyê vegeriyane jî beşdar bûne û 13 kamyon alîkarî hatiye komkirin. Her wiha alîkarî ji 20’ê mehê ve kom bûye û li benda bersiv û destûra rayedarên Iraqê ye.

Rêveberiya Xweser diyar kir hewl didin alîkariyê yekser radestî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin.

Lê tevî 13 roj derbas bûye jî hîna bersiveke zelal ji rayedarên hikumeta Iraqê nehatiye girtin û aliyên peywendîdar bi rayedarên Iraqê re di nava peywendiyê de ne, ji bo ku alîkariyê derbas bikin.