HRRK’ê panelek li dar xist

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi navê "Ber bi Sûriyeyeke nû ve” panelek li dar xist.

HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
HRRK’ê panelek li dar xist
3 ÇILE, 2025   16:24
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi navê ‘Ber bi Sûriyeyeke nû ve’ li navenda xwe ya li Qamişloyê panelek li dar xist.

Gelek nivîskar, helbestvan, şêwekar û siyasetmedar di panelê de amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê serokê HRRK’ê Ehmed Huseynî qala jiyan û kesayeta Mizgîn Gemo kir ku yek ji damezirînerên HRRK’ê ye ku di rojên borî de li Ewropayê di encama nexweşiya dil de jiyana xwe ji dest dabû.

Panel bi moderatoriya şêwekar Munîr Şêxê û nivîskar Welîd Çolî bi rê ve çû û mijarên wekî nêrînên rewşenbîran der barê Sûriyeya siberojê de ya piştî hilweşîna rejîma Baas, rola rewşenbîran di çespandina rêgezên hemwelatîbûnê de, dewleta sivîl û çanda hevpejirandinê, siberoja Kurdan li Sûriyeyê û yekitiya tevgera Kurd a li Sûriyeyê û rola rewşenbîran hatin gotûbêjkirin.

(bm)

ANHA