Şêniyên Hesekê 2 şehîd spartin axê û merasîma xiyabî ya 3 şehîdan li dar ket

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wî cenazeyên şervanên QSD'ê li pekrewangeha  şehîd Dijwar spartin axê. merasîma xiyabî ya 3 şehîdên QSD, hêzên Komandos û YPJ'ê li darxistin.

3 ÇILE, 2025   17:03
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê merasîma veşartina şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Hogir Hesekê (Mihemed Xalid Hesûn Nasîf) û şehîd Şiyar Hesekê (Zumurut Ebdulwehab) ên ku di 28'ê Kanûna 2024'an de li kantona Tebqayê şehîd bûne, li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê gundewarê Hesekê li dar xist.

Li goristanê merasîma xiyabî ya şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) şehîd Silava Ocalan (Zeyneb Hemze) ya ku di 7'ê Kanûna 2024'an de li Minbicê şehîd bûye, şervanê hêzên Komandos şehîd Kovan Hesekê (Mihemed El Meşrif) ê ku di heman dîrokê de li Minbicê şehîd bûye û şervanê QSD'ê Xerîb Hesekê (Lorens Şelal) ê ku di 25'ê Kanûna 2024'an de li pira Qereqozaq şehîd bûye, hat lidarxistin.

Di merasîman de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarê wî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Di serî de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî got: "Ji ber lehengiya zarokên wan di eniyên şer de û di parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, serê dayikên şehîdên me bi zarokên wan bilind e."

Fatme El Elî soza şopandina rêya şehîdan û domandina têkoşînê heta rizgarkirina deverên dagirkirî dubare kir.

Şervana YPJ'ê Evînar Dêrik sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya şehîdan û tolhildana wan dubare kir.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Guljîn Ehmê wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Piştre girseya gel cenazeyên şehîd Hogir û şehîd Şiyar spartin axê.

(mh)