Ji bo bîranîna şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan klîba "Oxir be"

Ji bo bibîranîna rojnamevan şehîhd Cîhan Bîlgîn û şehîd Nazim Deştan klîbek bi navê "Oxir be" hat weşandin.

Ji bo bîranîna şehîd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan klîba "Oxir be"
26 gulan, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ji bo bibîranîna nûçegihana ajansa me şehîhd Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Deştan klîbek bi navê "Oxir be" çêkir.

Gotinên stranê ji aliyê hunermend Varon Candemir ve hatine nivîsandin û klîb ji aliyê wî ve hatiye amadekirin. Klîb li hunergeha Şehîd Zanîn hatiye tomarkirin û montaja wê ji aliyê Welat Seîd ve hatiye kirin.

Berhema "Oxir be" balê dikişîne ser têkoşîna gelê Kurd a li hemberî dijminên wî di serî de dewleta Tirk a dagirker.  Her wiha girîngiya domdandina têkoşînê û yekrêziya Kurdî tê diyarkirin.

Hûn dikarin bi rêya vê lînkê li klîbê temaşe û guhdar bikin:

https://www.youtube.com/watch?v=igBikULxcUw

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan (19 Kanûn 2024) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê  balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de hedu rojnamevan şehîd bûn.

(mh/bb)

ANHA