Ji ber strana'baraye' 3 sal ceza lê hat birîn

Hunermenda Îranî Şervîn Hacîpûr ragihand ku ji ber strana bi navê ‘Baraye’ ku stran ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin amade kiriye, 3 sal ceza lê hatiye birîn.

Ji ber strana'baraye' 3 sal ceza lê hat birîn
2 adar, 2024   16:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Şervîn Hacîpûr ji bo Jîna Emînî ya ku li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hate binçavkirin û hate qetilkirin, stranek amade kir. Şervîn ragihand ku ji ber vê yekê 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Di çalakiyên Jin Jiyan Azadî de jî strana bi navê 'Baraye' hatibû bikaranîn. Şervîn Hacîpûr ji ber vê strana xwe bi hinceta ‘zirardayîna ewlehiya neteweyî û teşwîqkirina raperînê’ dihat tawanbarkirin.

Şervîn Hacîpûr 1’ê Adarê roja Înê li ser hesabê xwe yê Înstagramê daxuyaniyek da û ragihand ku ew bi hinceta ‘zirardayîna ewlehiya neteweyî, teşwîqkirina raperîn û provakasyonan’ tê tawanbarkirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.