Şêniyên Minbicê bi biryardarî îmze dikin

Şêniyên kantona Minbicê lîsteya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze kirin û diyar kir ku heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were dê li ber xwe bidin û têkoşînê berdewam bikin.

2 adar, 2024   16:12
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê li parka Beraêm kom bûn û îmzeya xwe dan. 

Şêniyê bi navê Refet El Xidir ku îmzeya xwe da got: "Me bihîst ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hemleya komkirina îmzeyan dest pê dike, em jî hatin ji bo ku îmzeya xwe bidin û tev li pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin."

El Xidir bang li cîhanê kir ku Rêber Abdullah Ocalan azad bikin ji berk u fikrê azadiyê û neteweya demokratîk pêşkêş kir. El Xidir destnîşan kir ku ew ê li gorî felsefe û fikrê wî li ber xwe bidin.

Şêniyê bi navê Rislan El Casim got: "Şêniyên bajêr tev da tev li hemleyê dibin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan, xwediyê fikrê azad e ku pêkhateyên bajêr azad kir û em ê jî heta dawiyê ji bo azadiya wî li ber xwe bidin."

Şêniyê bi navê Feysel El Hiso jî wiha axivî: "Xema yekane ya vê girseyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e ji ber ku ew xwediyê fikrê azad e ku bi saya wî gel azad bûn û dikarin xwe rave bikin, fêrî wan kir ku tenê bi deng û têkoşîna xwe dikarin dîrokê biafrînin."

El Hiso got: "Bila cîhan tev da bizane ku em dev ji Rêberê xwe bernadin û dê rêya azadiyê li ser şopa wî temam bikin. Em soz didin wî ku fedakariyên wî vala naçin û çi dibe bila bibe, em ê wî azad bikin û bi me re têkoşîna ji bo azadiya mirovahiyê berdewam bike."

(şx)

ANHA