Ji ber êrişan kehrebe li ser Kobanê û 300 gundên wê qut bû

Di encama bombebarana balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker li dijî stasyona kehrebê ya Kobanê ya kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de stasyona sereke ku kehrebe dida Kobanê û gundewarên xwe ji xizmetê derket.

Ji ber êrişan kehrebe li ser Kobanê û 300 gundên wê qut bû
14 ÇILE, 2024   15:30
KOBANÊ

Nivîsgeha Enerjiyê ya Kantona Kobanê ji ajansa me re daxuyand ku, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 2 caran li pey hev stasyona li başûrê Kobanê ya li ser rêya Helebê bombebaran kir, di encamê de stasyona kehrebê ya sereke ku kehrebeyê dide Kobanê û 300 gundewarên wê ji xizmetê derket. 

Balafirên bêmirov û balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker careke din êrişên li dijî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin.

(fr)

ANHA