Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Kobanê meşek li dar xist

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Kobanê meşek li dar xist
Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Kobanê meşek li dar xist
Tevgera Xwendekarên Demokratîk li Kobanê meşek li dar xist
14 ÇILE, 2024   15:43
KOBANÊ

Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê di çarçoveya piştgiriya pêngava Însiyatîfa Gel a bi diruşma ˊJi Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya sîyasîˊ de û ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî meşek li dar xist.

Meş ji pêş Dibistana Şehîd Seydo a Kobanê ber bi Qada Jina Azad ve dest pê kir.

Li qadê endama Tevgera Xwendekarên Demokratîk a Kantona Firatê Şêrîn Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ew xwendekarên Rêber Abdullah Ocalan in û armanca wan a yekê tecrîd bê şikandin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî pêk were.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin xwesteka wan ji cîhanê re aşkera ye, ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çareseriyeke adilane ji doza Kurd re ye û ew ê heta pêkanîna van xwestekan têkoşîna xwe bilind bikin, her wiha tevgerê bang li gelê herêmê kir dakeve qadan, dengê xwe li hember desthilatan bike yek heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Meş bi diruşma ˊBê Serok Jiyan Nabeˊ bi dawî bû.

(fr)

ANHA