Koçberên Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li Efrînê şermezar kirin

Koçberên Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li herêmên dagirkirî şermezar kirin û destnîşan kirin ku têkoşîna wan li dijî tevahî cureyên tundiyê û dagirkirinê berdewam e.

Koçberên Serêkaniyê sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li Efrînê şermezar kirin
14 ÇILE, 2024   15:21
HESEKÊ

Meclisa Kampa Serêkaniyê ya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk li dijî jinan li herêmên dagirkirî daxuyaniyek da. 

Hevseroka Meclisa Kampê Selwa Heco daxuyanî bi beşdariya bi dehan jinan û endamên saziyên sivîl ên kampê, xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî li dijî jinan şermezar kirin û diyar kir ku biryarên li dijî jinên revandî tên birîn, siyasî ne, xetere ne û armanca wê şikandina vîna jinan li Efrîn û tirsandina gelê Kurd ê li Efrînê maye, ji bo ku niştecihên resen koçber bikin û li şûna wan malbatên çeteyên Artêşa Watanî  bicih bikin.

Her wiha meclisê soz da şehîdan û jinan ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine şehîdxistin ku rêya wan berdewam bikin û li hember tevahî cureyên tundiyê û zulmê tê bikoşin.

Di dawiyê de meclisê bang li jinan û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk û ji bo ku hesb jê were pirsîn, erk û berpirsyariyên xwe bînin cih.

(şx)

ANHA