Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir

Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê 3 kes hatin kuştin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê erebeyek bombebaran kir
9 ÇILE, 2024   12:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke Îsraîlê vê sibehê bi moşekekê erebeyeke li ser rêya Qendûriye ya navçeya Bint Cibêl a başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Li gorî ajansa Reutresê ku agahiyên xwe ji du çavkaniyên lubnanî wergirtiye, di êrişê de 3 endamên Hizbullah hatin kuştin.

Medyayên Îsraîlê jî ragihand ku êriş bi balafireke bê mirov a bi çek pêk hatiye.

Ji aliyê Lubnanê ve moşekek ber bi Îsraîlê ve hate avêtin

Di êrişên duh ên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê fermandarekî  "Hêza Ridwan" ya girêdayî Hizbullah hat kuştin.

(bb)