Cenazeyên şehîdên êrişa li ser Şengalê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Cenazeyên 4 karkerên ku di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bûbûn, derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Cenazeyên şehîdên êrişa li ser Şengalê gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
9 ÇILE, 2024   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeyên karkerên bi navên Şahîn Elî, Remedan Hemadî, Hisên El Hisên, Ehmed Mihemed El Elî û Munîr El Bekûr ên ku 29’ê Kanûna 2023’yan di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê şehîd bûbûn, duh derengî şevê derbasî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Cenazeyê şehîd Remedan Hemadî, Hisên El Hisên, Ehmed Elî Elî û Munîr El Bekûr îro li goristana Til Beya ya li bajarê Reqayê hatin veşartin.

Cenazeyê şehîd Şahîn Elî wê li Pakrawangeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê were veşartin.

Balafira dewleta Tirk a dagirker sê caran konê karkerên ku bîrên avê ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin bombabaren kir û di encamê de 5 karker şehîd bûn.

(bb)

ANHA