Îsraîlê li ambulansekê da: 2 kes mirin

Artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê ambulansek kir hedef. Di encamê de xebatkarekî tenduristiyê û birîndarek hatin kuştin.

Îsraîlê li ambulansekê da: 2 kes mirin
29 adar, 2026   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li derdora nexweşxaneya Bint Cibêl a başûrê Lubnanê ambulanseke Desteya Tenduristiyê ya Îslamî bombebaran kir. 

Li gorî çavkaniyên xwecih, di bombebaranê de xebatkarekî tenduristiyê û birîndarek jiyana xwe ji dest da.

Ajansa Neteweyî ya Lubnanê (NNA) jî ragihand ku balafirek şer a Îsraîlê li bajarokê Dêr Kêfayê navenda Parastina Sivîl a girêdayî heman desteyê kir hedef. Lê zerarên canî çênebûn.

(bb)