Rûsya: Gundekî Ukraynayê hat kontrokirin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wê gundekî Ukraynayê kontrol kiriye û derbên giran li hêzên Ukraynayê xistiye.

Rûsya: Gundekî Ukraynayê hat kontrokirin
29 adar, 2026   15:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro daxuyaniyek li ser Telegramê weşand û diyar kir ku piştî êrişeke berfireh wê gundê Kivcharivka yê Kharkiva ya li rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên Rûsyayê li gelek eniyan pêşde diçe û windahiyên canî û madî yên mezin gihandin hêzên Ukraynayê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, nêzî 190 leşkerên ukranî hatin kuştin, tankerek, panzêrek, wesayetên leşkerî, depoyên çekan û lojîstîkî hatin îmahkirin.

(bb)