Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarekî Hemasê di operasyona li Xezayê de hat kuştin.

Îsraîlê kuştina fermandarekî Hemasê ragihand
22 tebax, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku fermandarê Ketîbeya Dêr Belehê ya baskê leşekrî yê Hemasê Şerîf El Hesenat di operasyoneke de li herêma Dêr Belehê ya naverasta Xezayê hat kuştin.

Artêşê ku daxuyaniyek li ser X‘ê weşand destnîşan kir ku El Hesenat berpirsê ji nû ve sererastkirina şebekeyên tunelan û binesaziya binerd bû û di demên dawîn de plana pêkanîna êrişan li dijî hêzên Îsraîlê çêdikir.

Artêşê idîa kir ku El Hesenat "Gefeke rastereast" li ser hêzên Îsraîlê bû, lew ra wan ev operasyon pêk anî û diyar kir ku operasyon bi serkeftî encam da.

(bb)