Wezîrê Geşepêdana Îdarî bi Parêzgarê Hesekê re civiya

Wezîrê Geşepêdana Îdarî Mihemed Hesan El Sikaf bi Endazyar Nûredîn Ehmed re rêbazên piştgiriya parêzgehê di warê pêşxistina îdarî û xurtkirina veguhertina saziyan nîqaş kir.

Wezîrê Geşepêdana Îdarî bi Parêzgarê Hesekê re civiya
22 tebax, 2026   22:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Geşepêdana Îdarî Mihemed Hesan El Sikaf pêşwawziya Parêzgarê Hesekê Endazyar Nûredîn Ehmed kir.

Mihemed El Sikaf û Nûredîn Ehmed rêbazên piştgiriya parêzgehê di warê pêşxistina îdarî û xurtkirina veguhertina saziyan, birêxistinkirina rewşên karkeran û xurtkirina kapasîteya xebata îdarî de nîqaş kir.

Her du aliyan mekanîzmayên piştgiriya parêzgehê di aliyên pêşxistina îdarî de, bi rêya aktîvkirina rola Gerînendetiya Geşepêdana Îdarî ya Hesekê û xurtkirina şiyana wê ya şopandina projeyên pêşxistinê û bilindkirina kapasîteya performansa saziyan, nîqaş kir.

Di civînê de rêbazên lezandina proseya entegrekirina karkeran û birêxistinkirina rewşên wan a karmendiyê li parêzgehê li gorî pêdiviyên aliyên giştî hatin nîqaşkirin.

(f)