Îsraîlê bombe li Xezayê barand: 3 kuştî

Artêşa Îsraîlê bi balafiran bajarê Dêr Belehê yê naverasta Xezayê bombebaran kir. Di encamê de yek jê zarok 3 kes hatin kuştin.

Îsraîlê bombe li Xezayê barand: 3 kuştî
29 hezîran, 2026   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê vê sibehê naverasta bajarê Belehê bombebaran kir, di encamê de yek jê zarok 3 kes hatin kuştin.

Rayedarekî leşkerî yê Îsraîlê êriş piştrast kir, lê agahiyên zêdetir neda.

Li gorî wezaretê, ji roja Şemiyê ve 12 kes (8 mêr û 4 zarok) di êrişên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû ku wê çekdarekî Tevgera Cîhad Îslamî li Xezayê kuşt û agahî da ku çekdarê hatî kuştin, di dema êrişan de sivîlên Îsraîlê direvand.

(bb)