Îsraîl û DYAˊyê êrişî nuqteyek Pasdarên Îranê ya li Başûrê Kurdistanê kir

Balafirên şer ên Îsraîl û DYA’yê nuqteyeke leşkerî ya artêşa pasdaran a Îranê ya di navbera navçeya Pîranşar a Rojhilatê Kurdistanê û navçeya Çoman a Îdareya Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê de bombebaran kir.

Îsraîl û DYAˊyê êrişî nuqteyek Pasdarên Îranê ya li Başûrê Kurdistanê kir
4 adar, 2026   23:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê li navenda navçeya Çomanê dengekê gelek bihêz ji cihê hate bombebarankirin hate bîhistin.

Hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nuqteya Pasdarên Îranê bombebaran kiriye û nuqte bi temamî hatiye rûxandin.