Îsraîl careke din balafirgeha Şamê bombebaran kir

Çapemeniya hikumeta Şamê  ragihand ku Îsraîlê êrişî balafirgeha navneteweyî ya Şamê kir û balafirgeh ji ximzetê derket.

Îsraîl careke din balafirgeha Şamê bombebaran kir
26 mijdar, 2023   18:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya ser bi hikumeta Şamê ve ragihand ku Îsraîlê balafirgeha navneteweyî ya Şamê bombebaran kir û balafirgeh ji xizmetê derket.

Balafirgeha Şamê ya navneteweyî ji ber êrişên Îsraîlê nêzî mehekê ji xizmetê derktibû. Çavkaniyan duh agahî danbûn ku balafirgeh ket xizmetê.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka sala 2023'yan de Îsraîlê 54 caran êriş (39 hewayî û 15 bejayî) li ser Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de nêzî 113 cih wek embarên cebilxaneyê û baregeh û wesayît hatin hedefgirtin, 102 leşker hatin kuştin û 117 jî birîndar bûn.

Rojnameya El Weten a bi ser hikumeta Şamê ve da zanîn ku piştî 24 saetan ji vegera karê balafirxaneyê ew careke din ji kar hat rawestandin û destnîşan kir ku geştên bê ji bo balafirgehên Heleb û Laziqiyê hatin veguhastin.

(mh)