Leşkerên dagirker li Dirbêsiyê 4 kes birîndar kirin

Li navçeya Dirbêsiyê di encama gulebarana leşkerên artêşa Tirk a dagirker de 4 welatî birîndar bûn.

Leşkerên dagirker li Dirbêsiyê 4 kes birîndar kirin
26 mijdar, 2023   18:53
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeya Dirbêsiyê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser sînor gule bi aliyê navçeyê ve reşandin. Nûçegihanê me diyar kir ku di gulebaranê de 4 welatî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên navçeyê hatin veguhestin. 

Navên  birîndaran wiha ne: Lorîn Remedan Kalo (29), Nesrîn Mihemed Ezîz (9), Mihemed Lûey Tewfîq (18), Dawud Hisên Mistefa (30)  Nesrîn Mihemed Ezîz ji ber birîna wê giran e wê rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

(bb)

ANHA