Li Til Koçerê 100 donim genim û ceh şewitîn

Li başûrê bajarê Til Koçerê agir bi zeviyên genim û ceh ket. Di encamê de nêzî 100 donim genim û ceh şewitîn.

Li Til Koçerê 100 donim genim û ceh şewitîn
12 gulan, 2024   17:27
QAMIŞLO

Nûçegihana me da zanîn ku li zeviyên çandiniyê yên li herêma di navbera gundên Mesede û Ukaz ên li başûrê Til Koçer de şewat çêbû.

Tîmên agirkuj ên Til Koçer û Çilaxa bi hevkariya şêniyan agir vemirand, lê nêzî 100 donim zeviyên genim û ceh şewitîn. Der barê sedemên şewatê de Hêzên Ewlekariya Hundirên dest bi lêpirsînê kir.

(mh)

ANHA