Iraq û Tirkiyeyê peymana hinardekirina petrolê îmze kir

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî eşkere kir peymanek li ser hinardekirina petrola Iraqê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê bo Bendera Ceyhanê hate îmzekirin.

Iraq û Tirkiyeyê peymana hinardekirina petrolê îmze kir
1 tebax, 2026   19:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî têkildarî peymana hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Bendera Ceyhanê bo Tirkiyeyê peyamek li ser hesabê xwe yê X‘ê peyamek belav kir.

Di peyamê de Elî Zeydî wiha got; “Di destkeftiyeke stratejîk de, her du aliyan (Iraq-Tirkiye)  îro ji bo veguhestin û hinardekirina petrola xav ya Iraqê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê bo Bendera Ceyhanê, bi rêjeya herî kêm rojane 750 hezar bermîl peymanek îmze kirin.

Niha şîrketên Iraq û Tirkiyeyê prosedûrên xwe bi cîh tînin. Di heman demê de, di çarçoveya plana çalakiyê ya hevbeş de, her du hikumet ji bo temamkirina peymanek çarçoveyî dixebitin, ku sektora petrolê, elektrîkê, çavkaniyên avê û warên din yên hevkariyê dihewîne. Lihevkirin dê bi awayekî be ku xizmeta berjewendiyên herî bilind yên her du aliyan bike û piştgirîya pêşkeftin û aramiya herêmê bike.”