Felekê hunera xwe veguherand projeyeke aborî

Felek Yûsiv xwe fêrî destkariyan dike û niha projeyeke aborî li bajarê Girke Legê vekiriye.

2 tebax, 2026   04:05
QAMIŞLO
KÎNAK EL SEYÎD

Li bajarê Girke Legê gelek keç û xortên ciwan fêrî hunerên destan dibin û projeyên aborî vedikin. Felek Yûsiv yek ji wan ciwanan e ku projeyeke aborî vekiriye. Temenê wê 30 e û ji bajarê Girke Legê ye. Ji zaroktiyê ve ji destkariyan hez dike û xwe fêr dike, niha gihaştiye asta ku gelek wêne, tablo û hwd çêke. Li bazara bajarê Girke Legê projeyeke aborî vekiriye û berhemên xwe difiroşe. 

Felek Yûsiv got ew ji zaroktiyê ve wêneyan xêz dike û xwe fêrî karên destan kiriye, li ser text wêneyan xêz dike, bi destê xwe kulîlk û gelek tabloyan çêdike. Di destpêke de li malê karê dest dike û li ser rûpelên xwe yên medyaya dîjîtal belav dike. Piştre projeya xwe firehtir dike û niha li bazarê dikan vekiriye.

Li bazara bajarê Girke Legê hemû madeyên ku pêdiviya Felekê pê heye peyda nabin, lewma pêdiviyên xwe ji Qamişloyê tîne.

Felekê bang li hemû jinan û bi taybet jinên ciwan kir ku ji xwe bawer bin, projeyên aborî ji xwe re vekin û bixebitin ku jin dikarin bi ser bikevin û xizmeta civakê bikin.

(np)

ANHA