Xwendekarên Fakulteya Endezyariya Çandiniyê lêkolînên nû pêşkêş kirin

Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava 3 projeyên zanistî di Festîvala Genim a Yekemîn de pêşkêş kirin.

2 tebax, 2026   02:55
QAMIŞLO
JÎNDA DILSOZ

Çandina genim li herêmê girîng û stratejîk e. Fakulteya Endezyariya Çandiniyê ya Zanîngeha Rojava têkildarî genim projeyên xwe di festîvalê de pêşkêş kirin. Festîvala Genim a Yekemîn 29`ê Tîrmehê li Stadyuma 12`ê Adarê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Xwendekarên Fakulteya Endezyariya Çandiniyê têkildarî çandina genim û pêşxistina hilberîna wê 3 lêkolînên xwe yên zanistî pêşkêş kirin.

Xwendekaran pirsgirêkên çandiniya genim lêkolîn kirine û çareserî jê re dîtine. Her wiha rê û rêbazên parastina genim ji hewa û nexweşiyan pêşkêş kirin.

Ji mamosteyên fakulteyê Bîlmez Hayder ji ajansa me re axivî û got: "Li herêma me genim tê çandin, ji ber vê yekê me girîngî da genim, pirsgirêkên genim lêkolîn kirin û rêbazên çareseriyê peyda kirin. Di beşa yekem de me modelên alavên çandin û çinîna genim têne bikaranîn, pêşkêş kirin. Di beşa duyem de jî me lêkolînên xwe yên li ser pirsgirêkên genim û çareseriyê pêşkêş kirin. Di beşa sêyem de me lêkolînên xwe yên li ser cureyên genim pêşkêş kirin. Bi rêya festîvalê me xwest em lêkolînên xwe yên li ser genim pêşkêşî civakê bikin.”

Xwendekar Ciwana Oso jî têkildarî lêkolînan axivî û got: "Em li ser cureyên genim xebitîn. Yek ji cureyên genim ‘sûriyeyî’ bû, du cure jî misrî bûn. Me xwest di lêkolîna xwe de cureyê genim ê dikare li dijî rewşa hewa û nexweşiyan li ber xwe bide, hilberînin. Me di van salên dawiyê de 15 cureyên genim hilberandin û em niha lêkolîn dikin kîjan cure baş e da ku herêm wî cureyî biçîne."

Xwendekar Sîmav Mihemed jî got: "Me jî li ser pirsgirêkên genim û çareseriyê lêkolîn kir. Me di festîvalê de nexweşiyên dikevin genim pênase kirin û çareserî pêşkêş kirin. Pêşxistina çandiniyê erkeke me xwendekarên endezyara çandiyê ye û em gelekî kêfxweş in ku tev li festîvalê bûn û lêkolînên xwe yên zanistî pêşkêş kirin.”

Festîvalê Genim a Yekemîn 29`ê Tîrmehê ji aliyê Navenda Lêkolînên Zanista Çandiniyê ve hate lidarxistin. Di festîvalê de lêkolînên zanistî û berhemên genim pêşkêş kirin.

(np)

ANHA