Federasyona Gaziyan: Em bi hêvî ne cejna Remezanê û Newroz bibin wesîleya aramiyê

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: “Em bi hêvî ne cejna Remezanê û Newroz bibin wesîleya aramî, hizûr û aştiyê.”

Federasyona Gaziyan: Em bi hêvî ne cejna Remezanê û Newroz bibin wesîleya aramiyê
20 adar, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta cejna Remezanê û Newrozê peyamek weşand. 

Di peyama Federasyona Gaziyan de wiha hate gotin:

"Em Newroza sembola berxwedan û têkoşînê ya gelan di serî de li mîmarê jiyana azad Rêber Apo, tevahî şehîdan, gaziyên şer û gelên bi rûmet pîroz dikin. Her wiha em Cejna Remezanê ya gelên Misliman jî ji dil û can pîroz dikin.

Rêbertiya me di rojeke Newrozê de biryara têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd da û ji wê rojê ve agirê Newrozê bi hemû heybeta xwe li çiyayên Kurdistanê bi rohniya xwe hêvî, hesret û coşa gelan xurt dike.

Çawa Kawayê Hesinkar li hember Dehaqê zalim dest bi têkoşîna azadiya gelan kir, Rêbertiya me jî li hember pergala herî zalim a dîrokê û hêzên dagirker bi fikir û felsefeyeke muezem a serwextbûnê meşa ji bo azadiyê pêş xist.

Îro gelê Kurd careke din bi xwe re ji bo hemû gelên Mezopotamya û Rojhilata Navîn rêya azadî û pêkve jiyanê vekiriye. Ev rê bi bîrdoziya Rêbertiya me her tim şewq dide.

Bi têkoşîna zêdetirî nîv sedsalê ya Rêber Apo û di bin şîara “Berxwedan jiyan e” Mazlûm Dogan, lehengên azadiyê Rehşan Demîrel, Zekiye Alkan û Sema Yuceyan de êdî her roja gelê Kurd bûye Newroz. Şervanên azadî û rûmetê jî bûne sipartekên herî qewîn ên hêviyên rojên azad ên bindestan.

Li ser vê bingehê em bang li hemû jin û civakan dikin ku li ku derê dibin bila bibin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin û têkoşîna li hember Dehaqên xwînmij bi pêş bixin. Bi ruhê berxwedan û biryardariya Newrozê parastin û pêşxistina Şoreşa Rojava erk û mîsyona her kesên xwedî nirxên mirovî ne.

Wek gaziyên şer em soz didin heya dawiyê em xwedî li nirx û destketiyên Şoreşa Rojava derkevin û li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd û pêkvejiyana gelan misoger bikin.

Em bi hêvî ne cejna Remezanê û Newrozê bibin wesîleya aramî, hizûr û aştiyê ya hêviya hemû mirovatiya pêşverû ye."

(bb)