Îranê peywendiya bi rêya navbeynkaran a bi Amerîkayê re radiwestîne

Îranê ji ber zêdebûna aloziya Îsraîlê li Lubnanê ragihand ku dê peywendiya bi DYAˊyê re bi rêya navbeynkaran rawestîne.

Îranê peywendiya bi rêya navbeynkaran a bi Amerîkayê re radiwestîne
1 hezîran, 2026   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îranî "Tasnim" ragihand ku Îran dê ji ber berdewama êrişkariya Îsraîlê li Lubnanê, têkilî û navbeynkariya bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re rawestîne û diyar kir ku "Lubnan şertek ji bo agirbestê ye."

Ajansê ku agahiyên xwe dispêre berpirs û danûstandkarên Îranî diyar kir ku "divê tavilê operasyonên êrişkar û hovane yên artêşa Îsraîlê li Xezeyê û Lubnanê rawestin û pêwîst e ji tevahî deverên dagirkirî yên Lubnanê vekişe."

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ferman dabû ku êrişî Dahiya Beyrtûê ya başûrê bikin ku Hizbullah li wir serwer e.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî ragihand ku "eger êrişên Hizbullah berdewam bikin, li Beyrûtê aramî tune ye."

(fr)