Serokê YNKˊê Bafil Talebanî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi tundî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û destnîşan kir ku ev êriş tê wateya gefa li ser aramiya şêniyan.

Serokê YNKˊê Bafil Talebanî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
1 hezîran, 2026   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi boneya salvegera damezirandina YNK’ê peyamek da.

Talebanî bal kişand ser rewşa aloz a li herêmê û got: “Di salvegera YNK’ê de xelkê me di nava krîzên aborî û rewşeke giran de ye. Em piştrast dikin ku bi gelê xwe re ne. Spasiya xelkê xwe yên xweragir dikin, bê navber em ê xizmeta ji bo gelê xwe û parastina wan dewam bikin.”

Talebanî bi domdarî got: “Yekitiya Iraqê û pêşketina Herêma Kurdistanê du stûnên sereke yên serkeftina welat in. Ji bo vê armancê, YNKˊê dê hewlên xwe bi hevalbendên xwe re li Iraq û li çaraliyê cîhanê zêde bike. Pêwîst e ku bi cîranan re têkiliyên hevseng werin avakirin bi mercê ku serwerî û serxwebûna Iraqê were parastin.”

Bafil Talebanî êrişên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û got: “Ev êriş tê wateya gefa li ser aramiya xelkê me. Hewlên ji bo avakirina paşerojeke aram a ji bo hemî Iraqiyan têk dibin.”

Herî dawî Talebanî got: “Ji bo pêkanîna aramiyeke berdewam û divê cidî kar bikîn ji bo domandina têkiliyan bi welatên cîran re.”