Îranê îdiaya êrişên dijminane kir, Îsraîlê jî red kir

Medyaya Îranê ragihand ku pergala parastina asîmanî li deverên Tehranê bersiva êrişên dijminane da. Çavkaniyek Îsraîlê jî berpirsiyariya êrişan red kir.

Îranê îdiaya êrişên dijminane kir, Îsraîlê jî red kir
23 nîsan, 2026   21:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Îranê "Mehr" ragihand ku pergala parastinê ya Îranê li hin deverên Tehranê "li hedefên dijminane xistiye".

Dezgehên medyayê jî daxuyand ku pergala parastina asîmanî li hin deverên Tehranê hatiye çalakkirin, lê sedema wê ne diyar in.

Çavkaniyek Îsraîlê jî ji Skya News re jî got welatê wî êrişî Îranê nekiriye.

Şerê ku ji hêla Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê ve di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, berê bi dawî bûbû, lê Îsraîlê îro gef xwar ku dê êrîşan ji nû ve dest pê bike.

(fr)