SOHR: Di Nîsanê de 49 ciwan piraniya wan Kurd hatin girtin

Di serdegirtinên malan de ji hêla hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve di meha Nîsanê de gelek ciwan ku piraniya wan Kurd in hatin girtin.

SOHR: Di Nîsanê de 49 ciwan piraniya wan Kurd hatin girtin
23 nîsan, 2026   21:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku saziyên ewlehiyê yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di serdegirtinên xwe de gelek ciwan bêyî tu tohmetên qanûnî yên zelal yan jî derxistina kaxizên dozgeriyê yên fermî girtin.

SOHRˊê destnîşan kir ku ji destpêka Nîsanê ve bîlançoya girtin ciwanan derketiye 49 kesan. Ev ciwan bi serdegirtina malan an jî li ser bendên kontrolê yên li nava bajar û bajarokan hatine girtin.

Çavkaniyên ji SOHRˊê re ragihandine diyar kir ku piranî girtî ciwanên Kurd in, ber bi navendên girtinê yên nediyar ve hatine birin. Vê yekê li gel malbatan metirsiyên zêde der barê aqûbeta wan de çêkirin.

(fr)