Îranê droneke Amerîkayê xist

Hêzên Îranê ragihand ku wê droneke MQ-1 a amerîkî xistiye.

Îranê droneke Amerîkayê xist
31 gulan, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê îro ragihand ku wê droneke amerîkî ya bi tîpa MQ-1 piştî ku qada herêmê binpê kir, xist.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê da zanîn ku pergala parastina hewayî ya artêşa Pasdaran tevgera dronê şopand û dema ket qada hewayî ya Îranê bi mûşekan anî xwarê.

Hêzên Parastina Hewayî yên Îranê diyar kir ku qada hewayî û avên herêmî yên Îranê bi tevahî di bin kontrola wê de ye. Her wiha hişyarî da ku her tevger an êrişek nû dê bi "bersiveke xurt " re rû bi rû bimîne.

(bb)