Trump: Îranê soz daye ku çeka nukleerî çêneke

Serokê DYA'yê Donald Trump îdia kir ku Îranê soz daye ku çeka nukleerî çêneke û nekire.

Trump: Îranê soz daye ku çeka nukleerî çêneke
31 gulan, 2026   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Trump ji Fox Newsê re axivî û anî ziman ku di muzakereyên bi Tehranê re pêşketineke girîng çêbûye.

Trump diyar kir ku Îranê destpêkê ragihand ku wê çeka nukleerî çêneke, lê belê li ser daxwaza DYE‘yê ev soza xwe berfireh kiriye û got, "Êdî dibêjin ne wê çêbikin, ne jî bi ti awayî çeka nukleerî bikirin."

Serokê DYA'yê diyar kir ku peyman hîn erê nekiriye, lê belê hevdîtin ber bi aliyekî erênî ve diçe.

Trump got, "Bi dîtina min, em tişta ku dixwazin hêdî lê bi gavên ewle bi dest dixin. Eger em vê bi ser nexînin, dibe ku mijar bi rengekî cuda bi encam bibe" û bi rengekî neyekser hişyarî da Îranê.

Wezîrê Parastinê yê DYA'yê Pete Hegseth jî diyar kir ku eger muzakere bi ser nekeve, Washington xwedî wê kapasîteyê ye ku careke din li hemberî Îranê operasyona leşkerî bike.