Li Qamişloyê gel ji bo YPJ‘ê dimeşe

Li bajarê Qamişloyê bi pêşengiya jinan û jinên ciwan meşeke girseyî ji bo piştgiriya YPJ‘ê û qebûlkirina statuya wê meşeke tê lidarxistin.

Li Qamişloyê gel ji bo YPJ‘ê dimeşe
31 gulan, 2026   11:38
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişloyê bi armanca piştgiriya li YPJ‘ê û daxwaza qebûlkirina statuya wê  meşeke girseyî dest pê kir.

Di meşê de ku bi pêşengiya jinan û jinên ciwan hatiye lidarxistin, şêniyên bajarên Qamişlo, Dêrik û Tirbespiyê, şervan û fermandarên YPJ‘ê, jinên çalakvan, rewşenbîr û endamên tevger û rêxistinên jinan ên herêma Cizîrê beşdar bûne.

Meş ji Çerxerêya Sonî ya naverasta bajar dest pê kir. Di meşê de alên YPJ‘ê û şervanên YPJ‘ê yên di şerên li dijî DAIŞ‘ê şehîd bûne hatine hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên piştgiriya YPJ‘ê û balkişandinan li ser rola wê di parastina jinan û destkeftiyan de hatine vekirin.

Meşa ku dewam dike, wê veguhere mîtîngê û axaftin werin kirin.

Ev meş di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ‘ê ne" û "YPJ‘ê hebûna me ye" de hatiye lidarxistin, ku 26‘ê Nîsana îsal ji aliyê Platforma Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hate destpêkirin.

(bb)

ANHA