Metirsiya parçebûna etnîk û mezhebî ya li Sûriyeyê rojeva rojnameyan e

Rojnameyên erebî nivîsî ku hikumeta veguhêz bi awayekî tund bi pêkhateyan re mijûl dibe, bi tu awayî hêviyeke baş nade wan, lewma welat li ber xetereya parçebûnê ye.

Metirsiya parçebûna etnîk û mezhebî ya li Sûriyeyê rojeva rojnameyan e
18 tebax, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di dan û standina bi pêkhateyên cuda re bêserûberiyê nîşan didin, ji ber ku ew red dike ku tawîzan bide, rîskên parçebûna etnîk û mezhebî zêde dike û aramiya welêt dixe xetereyê. 

Rojnameyên erebî yên îro li ser polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yê li hember pêkhateyan û komkujiya li Siwêdayê nivîsîn.

‘EL ŞERI TU HÊVÎ NEDAN PÊKHATEYAN’

Rojnameya El Ereb bal kişand ser helwestên hiş ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku heta niha nikariye ti gavekê bavêje ku hêviyekê bide pêkhateyan yan dilê wan rehet bike.

Li gorî rojnameyê, heta niha El Şeri tu tawîzên siyasî an destpêşxeriyên ku pêkhateyan aram û rehet bike, nekiriye, bi taybet piştî bûyerên dawî yên li deverên Elewî û Durziyan, li aliyekî din nakokî û alozî bi Kurdan re berdewam e.

Rojnameyê wiha domand: "El Şeri dixwaze dewleteke navendî ya yekgirtî ku çek tenê di destê wê de bin, ava bike. Her wiha dixwaze tevna civakî ya Sûriyeyê biparêze û ji nakokiyên mezhebî û etnîkî dûr bike. Lê wî xwe spart komên tundrew û pêkhateyên Durzî û Elewî çewisandin, lewma baweriya bi desthilatê kêm bûye. "

‘EL ŞEYBANÎ DI NAMEYEKE DÎPLOMATÎK DE: TAWANÊN LI SIWÊDAYÊ SÛCÊ EŞÎRAN IN’

Rojnameya El Exbar behsa polîtîkayên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li hember Siwêdayê kir û destnîşan kir ku hikumeta nû, bi serokatiya Ehmed El Şeri û Wezareta Karên Derve, bi serokatiya Esed El Şeybanî, hewl dane ku bipêkirinên li Siwêdayê têxin stûyê eşîran û xwe ji berpirsyariyê bidin alî. Lê wan ji bîr kiriye ku hêzên wan ev binpêkirin plan kirine, hêsan kirine û bangeşiya wê kiriye.

Rojnameyê li ser zimanê çavkaniyên xwe nivîsî: "Sûcên ku vê dawiyê ji hêla hikumeta veguhêz û komên girêdayî wê ve li Cebel Hewran hatine kirin, her wiha sûcên rojane yên li dijî şêniyên peravê, bi taybet Elewiyan ku niha li bajarê din têne kirin, ev sûc hemû, pir mezin in, ku tu alî nikare veşêre yan bitepisîne.”