Sadiq Îtîmş: Rêber Ocalan çareseriyên rasteqîn ji aloziyên Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin

Ronakbîrê ji Iraqê Dr. Sadiq Îtîmş got Rêber Abdullah Ocalan ji bo doza Kurd û aloziyên Rojhilata Navîn çareseriyên rasteqîn û pratîk pêşkêş kirin. Her wiha diyar kir ku ruxmî Komploya Navneteweyî jî tevgerên rizgariyê yên li cîhanê xwedî li projeya wî derketin.

Sadiq Îtîmş: Rêber Ocalan çareseriyên rasteqîn ji aloziyên Rojhilata Navîn re pêşkêş kirin
15 sibat, 2024   03:38
QAHÎRE
MUHSÎN EL MISRÎ

15`ê Sibatê salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Der barê vê mijarê de ronakbîrê ji Iraqê Dr. Sadiq Îtîmş got: "Tiştên bi serê serokê gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine, komployeke kirêt e. Îstixbaratên dijminên gelan ên Tirkiye, Amerîka û Îsraîlê tev lê bûn û hêzên li herêmên Rojhilata Navîn û Afrîkayê tê de hevkar bûn. Wan hêzan ev komplo bi awayê nîjadperestiya şovenîst a li Tirkiyeyê pêk anî."

Îtîmş wiha domand: "Şovenîzma Tirk bi fanatîzma kor û nefreta xwe ya veşartî ya li dijî gelê Kurd û şoreşa rizgariya gelê Kurd, xwest bi rêya komploya kirêt a li dijî ronakbîr Abdullah Ocalan vê şoreşê vemirîne û tune bike."

Sadiq Îtîmş diyar kir ku şovenîzma Tirk ji bîr kir ku îdeolojiya fikrî bi dûrxistina hin rêveberan, zû zû nayê tunekirin û ev li gotinên xwe zêde kir: "Beriya wê jî ev siyaseta ehmeq li hemberî tevgerên nîştimanî yên li Afrîka, Amerîkaya Latîn û Asyayê bi bin ket. Bêçaretiya wê li hember şoreşên gelan û armancên wê yên rizgariyê, îsbat bû. Her çi qas dem dirêj bike jî, dawiya dawî serkeftin a fikrên rizgariyê ye. Nezaniya fikrî û dijminatiye mafên mirovan û înkarkirina mafên gelan tu carî bi ser nakeve û dawiya wê sergoya dîrokê ye."

KILÎTA ÇARESERKIRINA ALOZIYAN

Bi nêrîna Îtîmşê li Enstîtuya Protestan a Lêkolînên Olî, Civakî û Perwerdehiyê ya li Elmanyayê hîndekar e, fikrên Rêber Abdullah Ocalan sînorên komployê derbas kirin û bi felsefeya xwe karî di mejî û bîra gelê Kurd de bi hêz amade be.

Îtîmş wiha domand: "Em dikarin bêjin ku felsefeya neteweya demokratîk û teoriya Rêveberiya Xweser ku bi detayên balkêş pêşkêş kiriye, stûneke bingehîn a stûnên şoreşa kurdî ye û deriyekî sereke yê çareserkirina pirsgirêka Kurd e."

Îtîmiş di nirxandinên xwe de destnîşan kir ku çareseriya rastîn û demdirêj ya pirsgirêka kurd di xwedîderketina pêşniyarên Rêberê şoreşa kurd û têkoşerê navneteweyî Abdullah Ocalan de nixumandî ye. Ji bo wê, gelek caran şer hatiye rawestandin ji bo ku rê li pêşiya pergala tirk were vekirin ku wan pêşniyaran binirxîne û di nava dewleta Tirk de bixin piratîkê ne ku jê cuda bibe, mîna ku siyaseta çewisandinê ya Tirk pê şoreşa kurdî diwesfîne."

Îtîmş di wê baweriyê de ye ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziyên herêmê ye û got: "Rêber Abdullah Ocalan dibêje ku gelên Rojhilata Navîn dikarin xwedî li projeya Rojhilata Navîn a nû û konfedraliya demokratîk derkevin. Ev proje bi temamî berovajî daxwazên hêzên mêtinger bi pêşengiya rêveberiya Amerîkayê ye ku di bin navê projeya Rojhilata Navîn a nû de aşkera kirine."

‘RONAKBÎRÊ SÎNORNENAS’

Îtîmş nirxandina xwe wiha domand: "Projeya aştiyê ya Ocalan, ji qada siyasî ya nîjadperest derket û taybetmendiyeke navneteweyî wergirt ku ne tenê şoreşa kurdî banga wê dike, lê belê tevgera rizgariyê ya neteweyî ya cîhanê xwedî lê derket. Ev tevgerên ku ji gelek ronakbîr û têkoşeran pêk tê yên ku di oxira wekhevî û adeletê de li seranserê cîhanê tê dikoşin."

Bi dîtina Îtîmş, projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan divê dehf bide şoreşa kurdî ne tenê li Bakur Kurdistanê lê belê li seranserî Kurdistanê ku bi hev re kar bikin û vê projeyê bikin bingeha têkoşîna şoreşgerî ji gelê Kurd re li her derê.

Îtîmş wiha anî ziman: "Kûrahiya raya giştî ya ku ev projeya aştiyane ya Ocalan pêşniyar kiriye, dê bibe bingeha şoreşa Kurd û parastina mafên wî yên li ser axa wî. Her wiha dengê xwe ragihîne cîhanê û parêzvanên mafên gelan ji bo ku piştgiriya wî bikin da ku çaresnûsa xwe bidest bixe. Gerek teqezî bi şoreşa kurdî were kirin ku şoreşeke aştiyane ye û hewl dide vê aştiyê bi rêya projeyên ku Ocalan pêşkêş kiriye, pêk bîne û yên ku nijadperestiya Tirk paşguh dike û bi hezaran kurd xist şerekî welê ku nekarî piştî ewqas salt ê de bi ser keve ruxmî ku xwedî hêzeke leşkerî ya mezin û artêşa herî bi hêz di NATO`yê de."

Di dawiyê de Dr. Sadiq Îtîmş got: "Divê şoreşa Kurd hewl bide slogana `aştî û demokrasî li Kurdistanê` li seranserê Kurdistanê û di nava gelên cîhanê de belav bike, ji bo ku piştgiriya navneteweyî bi dest bixe."

(şx)