Komîteya Çandiniyê giyayên li qeraxên rêyan radike

Komîtrya Çandiniyê dest bi rakirina giyayên li qeraxên rêyan kir da ku şewat di mewsima çinînê de dernekevin.

Komîteya Çandiniyê giyayên li qeraxên rêyan radike
Komîteya Çandiniyê giyayên li qeraxên rêyan radike
Komîteya Çandiniyê giyayên li qeraxên rêyan radike
Komîteya Çandiniyê giyayên li qeraxên rêyan radike
14 nîsan, 2026   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rûpela fermî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê beşên parastina giyayan ên komîte û navendên çandinê yên Cizîrê giyayên li ser rêyên sereke radikin. Her wiha giyayan derman dikin da ku di mewsima çinînê de biparêzin.

Komîteya Çandiniyê ya Cizîrê diyar kir ku rakirina giyayên li qeraxên rêyên sereke, tedbîrekr ji bo zeviyên çandî neyên şewitandin û da zanîn ku ew ê li hemû bajarok û bajaran giyayên li ser rêyên sereke yên nêzî zeviyên çandiniyê rakin.

(np)