Îlham Ehmed: Serdana Bendava Tişrînê ji bo Sûriyeya nû gaveke girîng e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed diyar kir ku pêvajoya mitebeqetê ya bi desthilata Şamê re, bi serdana hevpar a ji bo Bendava Tişrînê hatiye qonaxekî girîng.

Îlham Ehmed: Serdana Bendava Tişrînê ji bo Sûriyeya nû gaveke girîng e
12 nîsan, 2025   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed der barê serdana hevpar ku îro li Bendava Tişrînê pêk hat, daxuyaniyên girîng kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku pêvajoya mitebeqetê ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û desthilata Şamê de li Helebê hate destpêkirin, hatiye asteke girîng û wiha got: “Îro li Bendava Tişrînê bi serdana hevpar a aliyan ve rewş hat çavdêrîkirin û ji bo temamkirina mitebeqetê ku gavên wê yên pratîk li Helebê hatin avêtin, gaveke din jî hate avêtin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku ev pêşketin ne tenê diyaloga di navbera her du aliyan de avakirina pêşerojeke demokratîk û hevpar a ji bo hemû Sûriyeyiyan hedef dike.

Îro Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û heyetekî girêdayî desthilatdariya Şamê serdana Bendava Tişrînê kiribûn.