Hûsiyan li keştiya balafiran a Amerîkayê û deverên Îsraîlê xist

Koma El Hûsî ya li Yemenê ragihand ku wan bi balafirên bê mirov li keştiya balafiran a Amerîkayê "Vinson" û hin deverên Îsraîlê xistiye.

Hûsiyan li keştiya balafiran a Amerîkayê û deverên Îsraîlê xist
1 gulan, 2025   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Koma El Hûsî ya Yemenê ragihand ku wan li Deryaya Erebî, bi balafirên bê mirov çend operasyonên leşkerî yên nû li dijî keştiya balafiran a Amerîkî ’USS Vinson’ û çend keştiyên şer ên pê re pêk anîne.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan, Yihya Sarî, diyar kir ku wan keştiya balafiran a Amerîkî Truman li bakurê Deryaya Sor "şopandin" û paşê ew operasyon pêk anîn. Her wiha destnîşan kir ku di wan operasyonan de balafireke Amarîkayê ya F-18 hat xistin û got "êrişa hewayî ya Amerîkayê ya  li ser Yemenê têk çû."

Sarî her wiha ragihand ku wan du êrişên bi balafirên bêmirov ên "Yafa" li dijî cihên "jîyanî û leşkerî" yên li Yafa û Aşkelonê di nava axa Îsraîlê de pêk anîn û got ku "operasyonên bi bandor dê heta rawestandina êrişa li ser Xezayê û rakirina dorpêçê" berdewam bikin.

Li aliyekî din, medyaya Hûsî ragihand ku bajarên Saada, Sanaa û Hodeyda rastî êrişên hewayî yên Amerîkî hatine.

(k)