Ukrayna: Di êrişên Rûsyayê de 2 kes kuştin, 5 jî birîndar bûn

Rûsya ragihand ku sîstema wê ya parastina hewayî 8 dronên Ukraynayê xistine. Li gorî rayedarên Ukraynayê jî, di êrişên Rûsyayê de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Ukrayna: Di êrişên Rûsyayê de 2 kes kuştin, 5 jî birîndar bûn
1 gulan, 2025   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî şeva borî li çar herêmên Rûsyayê 8 dronên Ukraynayê xistine xwarê. Di daxuyaniyekê de  hate diyarkirin ku dron li ser herêmên Kursk, Voronezh, Vladimîr û Belgorodê hatine xistin.

Rayedarên Ukraynayê jî piştrast kirin ku hêzên Rûsyayê êrişeke berfireh a bi dronan li bajarê peravê yê başûrê Odessa pêk anîne. Hate gotin, di encamê êrişan de 2  kes hatine kuştin û 5 kes jî birîndar bûne.

Weliyê herêma Odessayê, Ole Kiper got "Di êrişê de ziyan gihîştiye çend avahiyên niştecihbûnê, dibistanek, supermarketek û otomobîlan û li gelek cihan jî şewat derket."

Waliyê herêma Xarkîvê yê rojhilat, Oleh Synehubov jî diyar kir ku Xarkîvê jî êrişeke bi heman rengî  hat kirin û destnîşan kir ku ji ber êrişê agir bi cihekî ketiye.

Oleh Synhubob da zanîn ku li bajarê Sumiyê ya nêzîkî sînorê Rûsyayê, tesîseke pîşesaziyê hat bombebarankirin.

(bb)