Ji MSD`ê peyama 1’ê Gulanê

MSD’ê bi boneya 1’ê Gulanê li kedkarên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir û diyar kir ku di çarçoveya projeyeke nîştimanî ya demokratîk, piralî û nenavendî de, têkoşîna ji bo pêkanîna mafên kedkaran berdewam bike.

Ji MSD`ê peyama 1’ê Gulanê
1 gulan, 2025   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê peymek da û li hemû kedkarên Sûriyeyê û cîhanê pîroz kir.

MSD`ê diyar kir ku ev roj sembola dîrokî ya têkoşîna çîna karker a ji bo rûmet, dadmendî û mafan e û dide nîşandan ku kar ne tenê navgîna debara jiyanê ye, lê belê nirxekî mirovî ye, çavkaniya rûmetê ye û bingeha pêşveçûn, aramî û geşepêdanê ye.

MSD`ê tekez kir ku karkeran li Sûriyê berdêlên giran dane di pêvajoya şerê dirêj de ku welat ji hev parçe kir û êşa koçberiyê, hejarî û xizaniyê kişand. Lê dîsa jî li refên herî pêş bûn, hêvî çandin, jiyan afirandin û tevî êş û şert û mercên giran jî her li pêş bûn.

MSD`ê di peyama xwe her wiha got: "Em wek MSD di vê baweriyê de ne ku bêyî rûmet û mafên karkeran siberojeke Sûriyeyê tune ye, em pabendî parastina berjwendiyên kakeran in, piştgiriya têkoşîna wan a rewa dikin. Her wiha em ê ji bo pêkanîna jîngeheke dadmend ku mafên wan diparêze, tê bikoşin.”

(k)