Bi daxwaza “mafê hêviyê” kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komeke çalakvan bi daxwaza naskirina “mafê hêviyê” ji bo Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan a serxel da destpêkirin. Di kampanyayê de banga bidawîkirina pêkanîna tecrîdê û pêkanîna standartên mafên mirovan a navneteweyî hat kirin.

Bi daxwaza “mafê hêviyê” kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
4 tebax, 2026   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Komeke çalakvan bi daxwaza pêkanîna biryara “mafê hêviyê” ji bo Rêber Abdullah Ocalan li ser Change.org kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin.

Di metna kampanyayê de ku bi zaravayên Kurmancî û Soranî, her wiha zimanên Farisî û Îngilîzî hat weşandin de, hate diyarkirin ku “mafê hêviyê” mafekî bingehîn e ku di çarçoveya hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî de hatiye mîsogerkirin û hate gotin ku ev maf mafê serdanê, têkilî danînê û jiyana di şert û merên guncaw a rûmeta mirovahiyê de dihewîne.

Di metna kampanyayê de hate bibîrxistin ku Rêber Abdullah Ocala salên dirêj di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de hate girtin û di demên dawîn de ji nû destpêkirina hevdîtinên malbat û parêzeran geşedanekî erênî ye, lê ji bo ji holê rakirina binpêkirinên mafên bingehîn ne têrker e.

Di metnê de îşaret bi nirxandinên berê yên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Dadgeha Mafên Mirovana a Ewropayê (AIHM), Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) û Rêxistina Şopandinê ya Mafên Mirovan (Human Rights Watch)  der barê şert û mercên girtinê yê Rêber Abdullah Ocalan de hat kirin.

Di kampanyayê de, di serî de hikûmeta Tirkiye, Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê bang li saziyên navneteweyî hat kirin ku dawî li tecrîdê bê anîn, hevdîtinên malbat û parêzeran birêkûpek were kirin û şert û mercên tenduristî û jiyanê were mîsogerkirin û “mafê hêviyê” bê pêkanîn.