Hunergeha Tebqayê klîbekê çêdike

Hunergeha Tebqayê bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê klîbekê bi navê "La Lîlftina" an ku na ji fitneyê re çêdike.

Hunergeha Tebqayê klîbekê çêdike
12 ÇILE, 2025   11:25
TEBQA

Hunergeha Tebqayê bi çavdêriya Desteya Çand û Hunerê klîbeke nû bi navê "La Lîlfitna" an ku "Naji Fitneyê" re çêdike. Xebatên kişandina dîmenên klîbê 1ˈê çileyê dest pê kirin. Ji kantonên Tebqa, Cizîrê û Minbicê 7 dengbêj û mûzîkjen cihê xwe di vê berhemê de digirin. 

Gotinên strana "La Lîlfitna" ji aliyê helbestvan Ebdulrehîm Şiwêmî ve hatine nivisandin. Hunermend Şadî Zubeydî jî awazê stranê saz kiriye û tevî koralê stranê dibêje.

Têkildarî berhema "La Lîlfitna" ku bi zimanê erebî ye, Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Tebqayê Elî El Alaya got: "Ji salekê ev plana çêkirina vê berhemê hatiye danîn. Lê ji ber rewşa ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê re derbas dibe û ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê derxistina berhem dereng ket."

El Alaya anî ziman ku wekî Desteya Çand û Hunerê dixwazin nameyên pêşxistina zanebûn, nirxên lêborîn û yekitiyê belav bikin.

Elî El Alya diyar kir ku dîmenên klîbê li cihên olî wekî Dêra Mar Afram a li kantona Cizîrê, Mizgefta El Tûbe ya li Tebqayê û cihên din ên dîrokî û xwezayî hatine kişandin.

Li gorî El Al Alaya klîba "La Lîlfitna" wê îro were parvekirin.

(bb)

ANHA