Li Minbicê qezeya trafîkê: 5 kes jiyana xwe ji dest da

Li kantona Minbicê kamyonek û otombîlek li hev qelibî û di encamê de 5 kes jiyana xwe ji dest da û 6 din birîndar bûn.

Li Minbicê qezeya trafîkê: 5 kes jiyana xwe ji dest da
Li Minbicê qezeya trafîkê: 5 kes jiyana xwe ji dest da
Li Minbicê qezeya trafîkê: 5 kes jiyana xwe ji dest da
Li Minbicê qezeya trafîkê: 5 kes jiyana xwe ji dest da
Li Minbicê qezeya trafîkê: 5 kes jiyana xwe ji dest da
27 adar, 2024   11:17
MINBIC

Li rojhilatê benda kontrolê ya El Heye ya rojhilatê kantona Minbicê qezeyek trafîkê rû da. 

Li gorî agahiyan kamyonek û otombîlek li hev qelibî û di encamê de şêniyê bi navê Ebdurezaq Hemed (30), Zehîda Miqdad (50), Şahîn Mistefa El Elî (43), Sultana Xelîl Seydo (30) û jineke din ku nasnameya wê nayê zanîn, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha 6 şêniyên din birîndar bûn û ji nexweşxaneyên Minbicê re hatin veguhastin. Li gorî agahiyan navên birîndaran wiha ne: Mihemed Elî El Îbrahîm (50), Xedîce Mihemed (30), Ceylan Mele Elî (25) û Mihemed Rişwan (20 rojî) li nexweşxaneya Dar El Şîfa tên dermankirin, Fatme Hesen Beşar (55) û Ayde Hemo (20) li nexweşxaneya El Emel tên dermankirin.

(şx)

ANHA