HPG`ê bîlançoya meha Adarê eşkere kir

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî bîlançoya meha Adarê eşkere kir. HPG’ê ragihand ku Artêşa Tirk tevî agirbestê ji bejahî û hewayî 11585 caran êrişî hêzên gerîla yên di rewşa agirbestê de ne kir.

HPG`ê bîlançoya meha Adarê eşkere kir
2 nîsan, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir. Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Partiya me PKK’ê li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Apo di 1’ê Adara 2025’an de agirbest ragihand. Fermandariya me ya Biryargeha Navenda Parastina Gel heman rojê ferman da hemû hêzên me yên bingehîn, tîmên fedaî yên bi taybet hatine wezîfedarkirin, yekîneyên xweser û xweparastinê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku li gorî biryara agirbestê tevbigerin. Hêzên me hemûyan li gorî vê fermana Partiya me û Fermandariya me nêzîkatî nîşan dan û bi vî rengî tevgeriyan.

Meha Adarê di heman demê de li meha Remezanê rast hat ku ji bo alema Îslamê pîroz e. Li gel pozîsyona agirbestê ya hêzên me û biryara partiya me jî dewleta Tirk a qirker mêtinger û hikumeta AKP’ê ya faşîst di nava vê mehê de êrişên xwe yên li ser Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kirin. Artêşa Tirk a dagirker meha Adarê 11 caran bi çekên kîmyewî, 9 caran bi çekên qedexekirî û 9 caran jî bi droneyên bombebarkirî êriş bir ser tunelên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di heman demê de qadên berxwedanê 169 caran bi balafirên şer, 98 caran bi helîkopterên êrişê û 11289 caran jî bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li ser bingeha parastina rewa li dijî êrişên dagirkeran 13 caran destwerdan kirin û êrişên ji bo îmhakirinê beralî kirin. Di heman demê de SÎHA’yeke bi tîpa Akinci ya dewleta Tirk ku ji bo keşif û êrişê tevdigeriya, di 16’ê Adara 2025’an de li ezmanên Qendîlê li bilindahiya bi 9645 metreyî ji aliyê hêzên me yên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal ve hate xistin.

Dema ku mirov bala xwe bidin ser êrişên ku artêşa Tirk di nava vê pêvajoya agirbestê ya mehekê de kiriye, tê dîtin ku hêza van êrişan dike naxwaze şer biqede, dixwaze şer dewam bike. Eger ne bi vî rengî bûya, li dijî hêzeke ku di pozîsyona agirbestê de ye ewqasî ji hewayî û bejahî êriş nedihat kirin. Ev yek jî radixe pêş çavan ku rewş û israrek heye ku naxwaze şer bi dawî bibe, dixwaze şer dewam bike.

Bîlançoya şer a meha Adarê bi berfirehî bi vî rengî ye:

Êrişên Artêşa Tirk

Êrişên bi balafirên şer: 169

Êrişên bi helîkopterên êrişê: 98

Êrişên bi çekên kîmyewî: 11

Êrişên bi droneyên bombebarkirî: 9

Êrişên bi teqemeniyên qedexekirî: 9

Êrişên bi çekên giran, top û obusan: 11289

Destwerdana gerîla ya li êrişan

Destwerdana li êrişan: 13