Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê nasnameya endamekî xwe ku li eniya bendava Tişrînê şehîd bû eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
2 nîsan, 2025   14:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bi daxuyaniykê nasnameya endamê xwe  Mihmed Mistefa ku li eniya bendava Tişrînê şehîd bû eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şehîd Mihemed Mistefa mînaka fedekarî û dilsoziyê bû û di parastina xaka xwe û rûmeta gelê xwe de canê xwe feda kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Nasnameya Şehîd:

Nav û Paşnav: Mihemed Mistefa
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Emîn
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Efrîn, /1/1/1993
Cih û Dîroka Ji Tevlîbûnê: Efrîn, 2016
Cih û Dîroka Şehadetê: Bendava Tişrîn, 29/3/2025

(k)