"Xerabkirina mezarên şehîdan karekî ku nayê efûkirin û ne rewa ye"

Meclisên Malbatên Şehîdan a Heleb û Til Temrê, kolandina gorên şehîdan û xerakirina mezarên şehîdan li Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kirin. Her du meclisan bang li civaka navdewletî kir ku bi lezgîn destwerdanê bike û van kiryaran rawestîne.

"Xerabkirina mezarên şehîdan karekî ku nayê efûkirin û ne rewa ye"
2 nîsan, 2025   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên Malbatên Şehîdan li Heleb û Til Temrê der barê xirabkirina Mezara Şehîdan a Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve du daxuyaniyên cuda dan.

HELEB

Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê di daxuyanî li qada Cebanatan ji aliyê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Henan Kedro ve hate xwendin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk nirx û rêgezên mirovahiyê binpê dike, ku gihiştiye asta wêrankirina goristan û cihên pîroz, weke çawa berê li Efrîn û Şehbayê ya dagirkirî kiriye.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev kiryarên dijminane ne nû ne, ji ber ku beriya niha li Girê Spî, Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê sûcên bi vî rengî pêk anîne, hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku rola xwe pêk bînin û van kiryaran rawestînin. Her wiha  ji rayedarên Şamê û aliyên peywendîdar xwest ku gavên ji bo parastina pîroziyên neteweyî gavên rasteqîn bavêjin

 TIL TEMIR

Li bajarê Til Temirê daxuyanî ji hêla hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê Mihemed Eliyat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sibeha Cejna Remezanê, li bajarê Minbicê kiryareke hovane qewimî ku hestên me êşand û rûmeta şehîdên me yên rewa binpê kirin. Kesên nediyar, bê wijdan û nirxên mirovahiyê, mezarên şehîdên ku canê xwe feda kirine, xera kirin. Ev kiryareke ku nayê efûkirin û nayê rewakirin e."

Her wiha hate gotin: "Em bi tundî vê êrîşa eşkere ya li ser pîroziyên neteweyî şermezar dikin, û em bang li rayedarên peywendîdar dikin ku lêpirsînek lezgîn vekin da ku berpirsên vê kiryarê bên dadgehkirin. "

(k)

ANHA