HPG: Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê ragihand ku dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên wan ve hatine hedefkirin û di encamê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

HPG: Herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin
24 cotmeh, 2024   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê jî îro li qadên berxwedanê li dijî êrişan destwerdaneke bi bandor kirine.

Daxuyaniya HPG’ê bi vî rengî ye:

"24ˈê Cotmehê di saetên nîvro de dagirkerên ku xwestin ber bi tunelên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zap a Şehîd Delîl ve werin, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefkirin.

Li gor agahiyên destpêkê di encama destwerdana hêzên me de; herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Hêzên me çûn ser cenazeyê dagirkerên hatî cezakirin. Gelek çek, cebilxane, teçhizat û alavên leşkerî desteser kirin.

Agahiyên berfireh wê piştre werin parvekirin. "