Di topbarana Şehbayê de 2 welatî birîndar bûn

Di topbarana dewleta Tirk a dagirker li dijî gundê Til Sosin û derdora kampa Serdem a kantona Efrîn û Şehbayê de 2 welatî birîndar bûn.

Di topbarana Şehbayê de 2 welatî birîndar bûn
24 cotmeh, 2024   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan gundê Til Sosin û derdora kampa Serdem a kantona Efrîn û Şehba topbaran kir. Di encamê de 2 welatî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, navê birîndarekî hat aşkerakirin û wiha ye: Ehmed Merwan Ehmed (65).

(fr)

ANHA